Ajansa Kurdpa: Welatiyek xelkê Baneyê li Kurdistana Îranê piştî ku 3 Heyv in ji aliyê Ittilaatê ve hatiye binçavkirin, çarenivîsek ne rohn heye.
Pêka rapora Kurdpayê, “Wahîd Qadirî” kurê Mihemed temen 43 Salî û xelkê gundê “Yeqûb Abad” li Heyva Tîrmeha Îsal de ji aliyê Ittilaatê ve hate binçavkirin û ji bo şûnekî ne eşkere hate veguhaztin.
Çavkaniyek nêzî malbata wî ji Kurdpayê re got: Piştî ku Wahîd hate dest biserkirin, Ittilaat hate nava mala wan de û hin tiştên wî ên kitekisî û hin pertokên wî tewlî xwe birine.
Heya niha malbata wî serdana navendên pêwendîdar kirine lê çi zanyariyek ji Wahîd bi destên wan neketiye.





