2’ Xwîşkên Kurd li bajarê Riwanserê bi du salan hepsê hatin mehkûm kirin

14:02 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Dadgeha dadverî ya Komara Îslamiya Îranê li bajarê Riwanserê 2’ xwîşkên Kurd yên xelkê wî bajarî bi du salan zîndana “rawestî”mehkûm kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, 2 keçên Kurd binavên “Perîsa Ehemdî”ya temen 26 salî û “Xezl Ehmedî”ya temen 29 salî û xelkê bajarê Riwanserê,bi sûça endametî û alikariya partiyek Kurdistanî , ji aliyê dadgeha Şoreş ya bajarê Riwanserê bi du sal zîndana “Rawestî”hatin mehkûm kirin.

2 Xwîşkên xwendekar zivistana sala bihûrî ji alioyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatin girtin û derba hereşe û giwaşê li hember “Kamêrayê” bi neçarî sûça çêkirî ji aliyê hêzên Îttlatî qebul kirin ku piştre ew film li kanala “Piress Tv”ya Komara Îslamiya Îranê hate bilav kirin.

Perîsa Ehemedî xwediyê “Mastera”zevî nasiyê ye û li zanîngeha Peyama Nûr ya Kirmaşanê xwendiye û her wisa Xezal Ehemdî “Mastera”endazyarî ya “Çavkaniyên Sirûştî”li zanîngeha Sinê bi dest aniye û niha li zanîngeha Zahidanê li qunaxa “Fuq Lîsans”dersê dixwîne.

Ew du keçên Kurd li heyamê salên bihûrî de li çendîn heftîname û kovaran wek: Dîdgah, Fecirê Omîd û Kirmaşan kar kirine.