2 welatiyên Ereb li Îranê bi sedema baweriya olî hatin tometbar kirin

14:38 - 7 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Dozgeriya Înqilab a Mahşehr ji beşa cizadan a dozgeriyê xwest dakû girantirîn ceza bo2 hemwelatiyên Ereb ku baweriya olî (mezheb)î a xwe guherîne, pesend bike.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Husên Se’ibûrî û Samî Alboxbîş, du welatiyên Ereb in ku ji mezhebê Şî’e bo Sone baweriya xwe guhertine, bi fesd kirin ser erdê hatin tawan bar kirin û ê di demeke nêz de bên ciza kirin.

Ew du çalakvanên ayînî ku dawiya Tîrmeha evsal de hatibûn binçav kirin, xelkê Mahşehr a parêzgeha Xuzistanê ne.

Bi gotina çalakvanên mafên sivîlan li Ehwazê, bi sedema eşkenceyên giran ên hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê, destekî Husên Se’ibûrî şikyaye.

Girtiyên navbirî di girîgeha“Nawa”a bajarê Mahşehrê de ne ku doseya wan ji aliyê seperştê dozgeriyê Seyîd Cihad Mûsewî ve, ber lêkolînan de ye.

Tometa wan du kesên Ereb, têkilî ligel girûpa Selefiyan û herwisa şewitandina mizgeftekî di şehreka Taliqanî a Mahşehrê di doseyê de hatiye nivîsandin.

Husên Seibûrî û Samî Albuxbîş tometên dezgeha dadperwerî a hikûmeta Îslamiya Îran, bi tundî red kirin.
Gorî xala 183 a yasaya cezadana Îslamî a hikûmeta Îranê, cezayê kesên ku fesadê ser erdê bike (Mufsêd fêlerz) madam ku bê sabit kirin, ew kes divê bê daliqandin.

Li çav tometa giran û nebûna daperweriyek adilane li welatê Îranê, çalalkvanên mafên mirowan ji çarenivîsa wan du hemwelatiyên Ereb dilgiran in.