2 lawên Dîwan Derê, hukmê hewsê wan re birîn

13:24 - 21 Tebax 2014
Ajansa Kurdpa: dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îran, li şarê Sinê de, 2 lawên Kurd bi hewsa teizîrî mehkûm kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; 2 lawên Kurd yên ji xelkê dewera Dîwan Derê li parêzgeha Kurdistan de bi navên Emced Elîzadêû Ebdullah, ji aliyê dadgeha inqilaba şarê Sinê de, bi hewsa teizîrî hatin mehkûn kirin.

Dadgeha inqilaba şarê Sinê, Ebdullah bi 3 heyv hewsa teizîrî mehkûm kiriye û heya niha jî, ron nebûye ku dadgehêçi hukmik bo Emced Elîzadê birîye.

Ev 2 lawên Kurd, tometa endametî li partên Kurdistanê yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê, serde anîne û bi vê tometê jî hatine dadgehî kirin.

Tê gotin: ev 2 lawên Kurd, sibêzûya roja Çarşem, 29ê Gelawêj, 20 August 2014 de dadgehî kirin.

Gişt partiyên xwedî dîrokên Kurdistana Îran, her çur xebata siyasîû rêxiravî, ji wan hatiye qedexe kirin û bi vê hindê jî, endamên wan partiyan, tûşî girtin, hews, îşkence û heya tûşî bi sêdaredanê jî dibin.