2 Kolberên Kurd li sedem teqîna mîn li ser sînorê Banê bûne qurbanî

17:38 - 22 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: 2 Kolberên din yê Kurd ji xelkê şarê Seqiz li sedem teqîna mîn li ser sînorê “ Hengejal”a şarê Banê, bi dujwarî birîndar bûn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; saet 9ê şeva Sêşem, 1ê Rêbendan(21ê January 2014), 2 kolberên Kurd li sedem teqîna mîna bi cî hiştiya şerê 8 sala Îran-Êraq li ser sînorê şarê Banê- Herêma Kurdistan, tûşî seqet bûn û birîndarî bûn.

Kesik li wir bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; li nêzî niqta sersînora Banê mînik bin pê Kolberik bi navê Foad Rostemî, 19 salî, de teqiyaye û li sedem de pê rastê xwe ji dest daye.

Foad Rostamî, kurê Reşîd, ji xelkê gundê “ Salih Ava”a şarê Seqize û bo çareser kirina birînên vî li nexweşxana şarê Pêncwîn li Herêma Kurdistanê de xistine bin çavdêriya duxtoran.

Ew serekaniya nûçê ew jî got: Kolberik din jî li sedem teqîna vê mînê de bi dujwarî birîndar bûye û ji aliyê Kolberên tev, bi nexweşxana şarê Banê hatiye raguhastin.

Her wisa li kutayiya heyva Xezelwera îsal de Kolberik din yê Kurd ji xelkê gundê Salih Avaya şarê Seqizê bi navê Xalid, kurê Mihemed ku li ser niqta sînoriya Seyran Benda Banê de li rewşa Kolberiyê de bûye, li sedem teqîna mîn, pêyik xwe ji dest daye.