2 kolberên Kurd bi sedema teqeya hêzên ewleyiya Îranê birîndar ketin

14:59 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2012
Kurdpa: hijmarek kolberên Kurd li nawçeya Dermanawê a Serdeştê, ketin ber destrêja rasterasta Hezên Ewlehî û di encam de 2 kolber hatin bîrîndar kirin.

Pêka nûçeyê Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Ebdulla xlkê gundê Sêwetal û Rêbwar xelkê gundê Eşkan a girêdayî bajarê Serdeştê, ev 2 kolberên Kurdin ku bi teqeya Hêzên Komara Islamî hatine birîndar kirin.

Nûçegihanê Kurdpa di dirêjiya wê nûçeyê de êmaje bi vê yekê dike ku Hêzên Ewlehiyê Îranê dest bi ser pergarên kolberan de girtin lê piştî pevçona xelkê herêmê tevî Hêzên Komara Islamî, ev pergarên kolberan ji Hêzên Ewlehiyê hatin sitandin.

Li gor amara tomar kirî li navenda amarên Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hema di 50 rojên bihorî de 14 kasibkarên ser Sînor ji aliyê Hêzên Ewlehiye Îranê ve bi teqeya rasterast hatine birîndar ketin û kuştin.

Pêka wê amarê derdikeve ku 6 kasibkaran jiyana xwe ji dest daye û 8’ên din jî birîndar bûne.

Ev amara han ji aliyê navenda amara nûçegihaniya Kurdpa belav bûye û renge amara rastîn li viya jî zaftir be.