2 Jinên Kurd seva kêmtirxemiyê jiyana Xwe li dest dan

15:56 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa kurdpa: Jineka Kurd ya xelkê bajarê Ciwanroyê ku bi armanca “Neştergerî” ya “Guatir”ê serdana nexweşxaneya vî bajarî kiribû, seva lêxistina derziya “nasitandard”jiyana xwe li dest da.

Li gor rapora ajnsa nûçegihaniya kurdpa, roja çareşmiyê berwar 3’ê Tîrmeh jineka Kurd binavê “Sahib Husêynî”xelkê bajarê “Ciwanroyê”seva lêxistina derziyek nasitandard jiyana xwe li dest da.

\"13696.jpg\"
Heya dema bilav bûna vê nûçeyê û serbarî dudaçûna malbata vê jinê, pizîşkan çi bersivek bi vê pirsê nedane.

Ji aliyek dinê û li gor nûçeya gihîştî bi ajansa kurdpa, berwar 3’ê Tîrmeh Jineka Kurd li herêma Tirgewer ya ser bi bajarê Urmiyê binavê “Xemê Eskerî”keça Kerem û xêzana Esker seva berq girtinê (Cêyran)canê xwe ji dest da.

Jina han temen 30 salî û xwediyê du zarokan bûye.