2 helbestwanên jin ji Sinê, bi hegera pişkdarî kirin li protestoyê, bangî dezgeha ewlehiyê bûn

20:32 - 11 Çirriya pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: 2 jinên helbestwan û xebatkarên çandiyê Kurd li şarê Sinê de, bi hegera pişkdarî kirin li kombûna protesto kirinê ya welatiyên ji şarê Sinê de bo piştgiriya xelkê Kobanê, bangî dezgeha ewlehiyê kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Sîmîn Çayçîû Kulsûm Osmanpûr, 2 jinên xebatkarên çandîû helbestwanên Kurd ji xelkê vîşarî, li roja Pêncşema borî, 17ê Rezber, 9 October 2014, ji aliyê dezgeha ewlehiya şarê Sinê de, hatin bang kirin û ketin ber jêpirsînan.

\"22586.jpg\"
Sîmîn Çayçî, li kombûna protestokera welatiyên ji şarê Sinê bo piştgiriya xelkê Kobanê
Kulsûm Osmanpûr li hevpeyvînik tev ajansa Kurdpa ragihand; rojên Çarşem û Pêncşem de, bi hevaltiya Sîmîn Çayçî, ser xweşanî dan û kombûna protesto kirinê li şarê Sinê, bi dezgeha ewlehiyê, hatine bang kirin.

Kulsûm Osmanpûr ew jî xiste rû ku, ajanên dezgeha ewlehiyê li bersiva wê pirsiyara me ku bo çî, tenê em hatine bang kirin,ê de gotin: çend kesên din jî bangî dezgeha ewlehiyê, hatine kirinê.

Serekaniyik agadar lişarê Sinê de, bi ajansa Kurdpa ragihand, roja Çarşem û Pêncşema heftiya borî de, pitir ji 50 kes ji welatîû xebatkarên çandiyê Kurd, ji şarê sinê de, bi hegera pişkdarî li xweşanî kirinan de, hatine bang kirin û ketine ber jêpirsînan.

\"22587.jpg\"
Kulsûm Osmanpûr, helbestwan û xebatkara çanda Kurd ji şarê Sinê
Wê serekaniyi ku nexwest navê wî eşkere be, ew jî got ku; li roja Çarşem de, hejmarik ji pişkdarên xweşanîdanên li meydana Azadiya şarê Sinê, duruşmên dij bi hukûmeta islamiya Îranê dane.

Li rêjên Çarşem û Pêncşema heftiya borî de, li pitira şarên Kurdistan, bo piştgiriya xelkê Kobanê, xweşanîdan û kombûnên protesto kirinê bi rê birine ku, li pitira şaran de, levdan di nawbera xelk û hêzên milîtarên hukûmeta islamî de, hatine pêû hindik ji xweşanîker jî hatine girtinê.