2 girtiyên Kurd li Dîzêl Abada Kirmanşan û Recayî Şehrê Kerec lê sêdarê dan

21:34 - 20 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: li midê heftiya borî de ya kêm 2 welatiyên Kurd li Îranê li sêdarê hatine dan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja 20ê heyva Şehrîver li girtîgeha Dîzêl Abada Kirmanşan hatiye sşdaredanê.

Kesatiya kesê li sêdaredayî “ Mensûr Keremî” yê û li roja cî bi cî kirina hukmê sêdarê, gişt hev dîtin yên girtîgeha Dîzêl Abad hatibûn ragirtinê.

Hegera li sêdaredana vî heya niha bo ajansa Kurdpa nekivşe.

Her wisa HRANA ragihand ku 27ê heyva Şehrîver ya kêm 4 kes li girtîgeha Recayî Şehrê Kerec li sêdare dane.

Navê yekik ji kesên sêdaredayî “ Ferdîn Mohammedî” ji xelkê Seqqizêye ku bi tometa kuştin, 5 salên borî li girtîgehê bihorandiye.

Heya weşîna vê raportê kesitiya kesên di yên li sêdare dayî nekivşe.

Bi piştrast bûn bi sentera statîstîkên ajansa Kurdpa, ji despêka hatin ser karê dewleta Hesen Rohanî, ji niva heyva Mordad heya niha, 93 kes li Îranê hatine sêdare danê ku 7 kes ji wan welatiyên Kurdin.