2 girtî li Ormiyê hatin bi sêdaredan

12:20 - 1 Şibat 2014
ajansaKurdpa: hukûmeta islamiya Îran, hukmê bi sêdaredana 2 welatiyên Kurd li girtîgeha sêntrala Ormî, cîbicî kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; sibêzûya roja Pêncşem, 10ê Rêbendan( 30ê kanûna duê- 30 January 2014) 2 kes bi navên Nacî Omer zade, kurê Omer û Hemîd Islam, kurê Silêman, bi sêdarê dan.

Tê gotin ev 2 welatiyên Kurd bi tometa Kuştin bi enqesd, bi qisas mehkûm bibûn.

Kesên bi sêdarê danî ji xelkên gundên Kanî sipî û Sakan, ji dewera Soma Biradosta Ormiyêne.

Herb wisa gorekî hin serekaniyên lokal ji raguhastina 2 girtiyên din yên tawan barê kuştina bi enqesd, bi navên Kerîm Resayî û Siraceddîn Resayî bi qerentêna girtîgeha sêntrala Ormî bo cîbicî kirina hukmê sêdaredanê hatine raguhastin.

Gorekî statîstîkên sentera ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li midê îsala zayînî de gelemper 26 kes li girtîgehên herêmên Kurdistaniyên Îranê de bi sêdare dane.

Ev qas ji cîbicî kirina hukmê sêdare danê li gişt Îranî de li 2014 de 77 kesin.