170 hiktar qamîşên “Zirêbar”ê di nav agir de şewtîn

18:02 - 16 Kanûna Paşîn 2021

Bi sedema agirberdana qamîşên Zirêbar û derdorên wê, 170 hiktar ji qamîşên wê deverê şewtîn û bûne xwelî.

Berpirsê Îdareya Jîngehparêziya bajarê “Merîwan”ê ragihandiye: “170 hiktar qamîşên gola Zirêbar û derdorên wê bi sedema xemsariya hindek kesên nenaskirî hatine şewitandin”.

“Îbrahîm Himet” di vê derheqê de bi nûçegihaniya hikûmetê ya “Îsna”yê ragihandiye: “Rêjeya şewtîna wê carê derheq salên derbasbûyî bê mînak bûye, û ew şewat bûye sedema jinavçûna cihê jiyana ajelên wê deverê”.

Di heyama çend rojên derbasbûyî de kesên dijî jîngehê êrîş kirine ser gola Zirêbarê û xisarek zêde bi jîngeh û xwezaya wê deverê gihandin.

Bi sedema kêmtirxemiya navendên pêwendîdar bi parastina jîngehê, bi hezaran balindeyên koçerî ku di nava qamîşên Zirêbarê de diman hêlîna wan hatiye têkdan.

Piştî hatina ser kar a hikûmeta Îslamî ya Îranê, gola Zirêbar wekî heftemîn gola Îranê di konvasiyona navnetewiya Ramserê de hatiye tomarkirin.