13 sal girtîgeha te`izîrî bi ser welatiyekî Kurd de hate sepandin

17:34 - 30 Adar 2021

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Amanc Karwançî”, temen 28  salî, kurê Resûl û xelkê bajarê Serdeştê, ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadwer “Recebî” ve, cezaya 13 sal girtîgeha te`izîrî bi ser wî de hate sepandin.

Dadgehê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “endambûn digel girûpên olî” caza daye û ew cezaye, 7`ê Xakelêwe bi navbirî re ku di girtîgeha bajarê Urmiyê de ye, hatiye ragihandin.

Ew welatiyê xelkê bajarê Serdeştê, meha Xezelwera sala 1399`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û 29`ê Xezelwera heman salê, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî a wî bajarî hatibû veguhastin.