13 sal girtîgeha te`izîrî bi ser du welatiyan de hate sepandin

17:27 - 12 Nîsan 2021

Du welatiyên Kurd yên bi navên “Celal Namdar”, xelkê bajarê Kirmaşanê û “Se`îd Xalidî”, kurê Emîn û xelkê gundê “Satyarî” yê ser bi devera Bayîngana bajarê Paweyê, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Kirmaşanê di dosiyeke hewbeş de, bi giştî bi 13 sal girtîgeha te`izîrî hatine cezadan.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar li dosiya wan du welatiyan, li gor cezaya dadgeha destpêkî, “Celal Namdarî” bi tohmeta “hewldan li dijî tenahiya netewî ji rêya endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 5 sal girtîgeha te`izîrî û bi tohmeta “kombûn bo encamdana tawanan”, bi hevkarî û handana xelkê bo beşdarîkirin li nerizayetiyên meha Xezelwera sala 1398`an, bi 3 sal girtîgeha te`izîrî hate cezadan.

Herwisa “Se`îd Xalidî”, bi tohmeta “hewldan li dijî tenahiya netewî ji rêya endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 4 sal girtîgeha te`izîrî û bi tohmeta “propagende li dijî nizamê”, bi 1 sal girtîgeha te`izîrî hatiye cezadan.

“Celal Namdarî” meha Befranbara sala 1399`an, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Kirmaşanê hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên wî bajarî hatibû veguhastin. Navbirî piştî bi dawîanîna heyama lêpirsîna xwe bo girtîgeha bajarê Kirmaşanê hatibû veguhastin.

Herwisa “Se`îd Xalidî”, meha Rêbendana sala 1399`an, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Kirmaşanê hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Kirmaşanê hatibû veguhastin. Navbirî piştî bi dawîanîna heyama lêpirsîna xwe bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawiya qonaxên dadresiyê hatibû azadkirin.