13 rojnamenivis(Jornalîst)ê Kurd bi pitir ji 70 sal hews hatine hukum dan

13:12 - 2 Çirriya pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: li demik de ku Hesen Rohanî li hevpeyvînik de tev kanala CNN de, haşa ji hebûna jornalîstên hews kirî li welatêÎranê de kir, bi 10an jornalîst, bi tenê ser xebata mafê mirov û karên jornalîstiyê, li girtîgehên hukûmeta islamiya Îranê dene.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, niha 13 jornalîstên Kurd, bi pitir ji 70 salan hews û hewsa ragirtî hatine mehkûm kirinêû pitira wan jornalîstan, li girtêgehên hukûmeta islamiya Îranê de hewsîne.

Hesen Rohanî, li vê hevpeyvîna televîzyonî de, gotiye: rojname nivîs bûn, hegera girtina wan rojname nivîsan nine, belku, ser tawanik hatine girtin ku çi girêdanik bi xebat û karê jornalîstî de çinine.

Haşa kirina hesen Rohanî ji hebûna jornalîstên girtî li girtîgehên Îranê de, li torên civakî de xwe şanîdanik bi dû xwe anîû behre birê torên civakî, serkomarê hukûmeta islamiya Îranê bi “ DEREVKER” binav kirine.

Gorekî statîstîkên hatî weşandin, niha 51 jornalistê xeyrî Kurd, li girtîgehên hukûmeta islamiya Îranê de hene, ku, ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê bi pitir ji 400 salan hews hatine hukum dan.

Li vê tabloya li bin de tê, statîstîkên bang kirin û girtina jornalîstên Kurd li mide deshitariya Hesen Rohanîû her wisa statîstîka jornalîstên mehkûm kirî bi hewsê li salên borî de heya niha , hatiye.

Jornalîstên Kurd li girtîgehan de
\"22409.jpg\"

Girtina jornalîstên Kurd
\"22410.jpg\"

Mehkûm kirina jornalîstên Kurd bi hews
\"22411.jpg\"

Bang kirina jornalîstên Kurd bo dadgehê
\"22412.jpg\"

Bang kirina jornalîstên Kurd bo dezgeha Ewlehiyê
\"22413.jpg\"