13 haletên teqîna alavên teqemenî û qurbaniya 25 welatiyan li bajarê îlamê

17:22 - 10 Kanûna Paşîn 2022

Li du bajarên sînorî yên parêzgeha Îlamê, li destpêka sala 25 kes bi sedema teqîna mînê, alavên teqemenî û paşmayên teqemenî yên xirnekirî hatine kuştin û birîndarkirin.

Pêka gotina Fermandarê bajarê Mêhranê, ew bajare bi sedema hevsînorî digel Îraqê, di desdpêka îsal, 8 haletên teqîna mînên xirnekirî yên şerê 8 sale tê de qewimîne û 14 welatî bûne qurbanî.

“Elîebas Şefî`î” li vê derheqê bi Nûçegihaniya “Fars” ragihandiye ku li gelempera wan 14 welatiyên ku ji mîn û paşmayên teqemeniyan bûne qurbanî, kesekê canê xwe ji dest daye.

Herwisa Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Orjansa parêzgeha Îlamê, bas ji tomarkirina 13 haletên teqîna mîn û alavên teqemenî li asta wê parêzgehê di destpêka îsal de kiriye.

Pêka gotina wî berpirsê hikûmetî, li gelempera wan 13 haletên tomarkirî 18 kes birîndar bûne û 7 kes jî canê xwe ji dest dane.

Herçend li wê raporta Nûçegihaniya “Fars” de îşare bi rêjeya qurbaniyên bajarê Dêhloranê nehatiye kirin, lê li gor wan 13 haletên teqîna alavên teqemenî, hegera vê heye ku ji wan 25 welatiyên bûnî qurbaniyên teqîna mîn û paşmayên teqemenî, xelkê bajarê Dêhloranê bûbin.  

“Îsa Baziyar”, Psporê Xirkirin mînan li vê derheqê de li ser Tiwîtira xwe nivîsiye: “Li sala 2021an, qurbaniyên teqîna mînê, li çav sala derbasbûyî, %11 zêde kiriye.

Ew çalakvanê xirkirina mînan, herwisa nivîsiye: “Li sala 2021an, li 5 parêzgehên mînrêjkirî 47 kes bûne qurbaniya mîn û alavên teqemenî yên pûçelnekirî ku li wê rêjeyê, 17 kes hatine kuştin û 27 kes jî birîndar bûne.

Wî çalakvanê mafê mirovî herwisa got: “Di nav kuştiyan de, du ji wan zarok bûne û herwisa du zarok û jinek birîndar bûne û piraniya qurbaniyên mîn û paşmayên teqemeniyan, xelkê bajarên Dihloran, Serdeşt û Mêhran bûne.