128 Welatiyên Nerazî Derheq Hişikbûna Behra Urmiyê Hatin Dadgehîkirin

12:18 - 15 Kanûna pêşîn 2011

Kurdpa: 128 welatiyên Azerî ên bajarê Tewrêzê ku li encamê diyarkirina nerazîbûnê derbarê hişkbûna behra Urmiyê hatibûn destbiserkirin, roja 13.12.2011-an li Taya 104 ya dadgeha giştî ya bajarê Tewrêzê bi dadweriya Kiyanûş Şiku, hatin dadgehîkirin.

Nûçegihaniya Herana belav kir ew girtiyane bi kom anku 30 kes bi hevre û bi tawana têkdana nezma giştî hatin dadgehîkirin. Heta belavbûna vê nûçeyê encamên dawîn ron nebûne.

Behra Urmiyê heyamek e ku bi sedemên xwezayî û guhnedana berpirsan ber bi hişikbûnê diçe û li destpêka havîna îsal de meşek berfireh bo diyarkirina nerazîbûnê di vê derbarê de li bajarê Tewrêz û Urmiyê hat rêxistin ku bû sedema kuştina û birîndarbûna xelkê.