12 Welatiyêm Kurd Bi 175 Salan Zîndanê Hatin Mehkûmkirin

20:54 - 30 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Komek ji welatiyên Kurd ên bajarê Mako ku li salên 2007 heta 2009-an hatin destbiser kirin, bi ser hev bi 175 sal zîndanê hatin mehkûmkirin ku li nav wan 12 kesan de pîremêrek 98 salî jî tê xûyakirin.


Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li bajarê Mako navê ew 12 girtiyên Kurd ku bi tawana hevkarîkirin ligel yek ji partiyên dijî hikûmeta Îranê hatine destbiserkirin bi awayê jêrîn e:

- Hacî Elî Ceylan temen 98 salî, Seîd Omerpûr û Ebdulah Omerpûr her yek bi 12 sal zîndanê hatine mehkûmkirin.
-Seîd Ehoz, Mihemed Omerpûr û Hesen Ceylan her yek bi 27 sal zîndanê.
-Derwîş Zendî û Erdeşîr Delayî her yek 15 sal zîndan û dûrxistin.
-Hemîd Silêmanî 7 sal zîndan û dûrxistin.
-Resûl Fitûhî 6 sal zîndan.
- Ehmed Elem Hûlî û Hesen Ehwamî bi giştî 15 sal zîndan.
Li gor zaniyariyên herî dawîn ew 12 kese xizm û kesên hev in û ji her cure parêzerekî bêpar bûne.