12 sal ceza li welatiyekî Kurd hat birîn

16:22 - 13 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Dozgeriya Şoreş (înqilab) a Urmiyeyea rojhilatê Kurdistanê, welatiyekî Kurd li Pîranşarê bi 12 sal û 3 meh cezayê girtinê mehkûm kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdspa welatiyê Kurd ê Pîranşarî bi navê Umîd Mamalnijad ji aliyê dezgeha qezayî a bajarê Urmiyê, 12 sal û 3 meh cezayê hepsê lê hat birîn.

Navbirî bi tometa endambûn li partiyeke opozisyon a hikûmeta Îslamiya Îranê, herwiha têkdana ewlekariya giştî hatiye mehkûmkirin.

\"26954.jpg\"
Umîd Mamalnijad
Çavkaniyeke agah a nûçeyan li Îranê ku nexwestiyê navê wê aşkere bebe, li ser wê mijarê ragihand: Ew hukim di demekî de bi wî welatiyê Kurd re hatiye dayîn ku bi xwe li dadgehê hazir nebûye.

Umîd Mamalnijad pêştir sala 2013`an jî, ji aliyê hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îrannê ve hatibûn binçavkirin û bi dûre bo zindana navendî a Urmiyeyê hatbû veguhestin ku heya niha jî li wir dimîne.