11 girtî di girtîgeha Qizilhesarê de hatin bidarvekirin

20:53 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Rejîma Îranê hukmê îdama 11 girtiyan di girtîgeha Qizilhesarê de cîbicî kir.

Li gora nûçegihaniyan, di nav wan îdamkiriyan de jinek jî hebû. Ew girtî berî îdamê ji girtîgehên din ve bo bendên takekesî hatibûn birin, da ku hukmê wan ê îdamê cîbicî bikin.

Navê du bidarvekiriyan, Se’îd Sabirî û Muslim Behramî hatiye ragehandin.

Ji aliyekî din ve du girtiyên din li ber çavên xelkê, û li Mêhrşehrê de hatin bidarvekirin, û sê girtî jî di girtîgeha Bîrcendê de hatin bidarvekirin.

Hêjayî basê ye ku rejîma Îranê piştî meha Remezanê pêleke nû ya îdaman dest pê kir, û di vê derheqê de, nawendên parastina mafên mirovan, di navxwe û derve de, nîgeraniya xwe derheq pêla wan îdaman nîşan dan.

Lê Komara Îslamiya Îranê serbarê hişdariyên nawendên mafê mirovan, berdewam e li ser binpêkirina mafê girtiyan û îdaman, û bi sedema eşkerenebûna şêweya dadgehîkirina girtiyan, hukmên ku bi ser wan de têne sepandin, dadperwerane nînin, û heya gellek caran girtiyên bê tawan di girtîgehên vê rejîmê de têne îdamkirin.