10 xebatkarên Azerî li şarê Miyanduav de hatin girtin

12:21 - 15 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li şarê Miyanduav de 10 kes ji pişkdarê rêresma bi bîr anîna damezrandina “ hukûmeta netewiya Azerbaycan”, ji aliyê hêzên asayişê hatin girtin.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa û piştrast kirin bi televizyona “ Gunnaz TV”, ew 10 xebatkarê Azerî li demik de hatine girtin ku li bi rê birina rêresma bi bîr anîna damezrandina “ hukûmeta netewiya Azerbaycan” li gundê “ Qîcîlî” a ser bi şarê Miyanduav de bûne.

Yûsif Muxtarî, Muxtar Ibrahîmî, Cewad Sûdber, Hebîb Menafî û Daryûş Endelîbiyan, navê 5 kes ji wan hevwelatiyanin ku li 21ê Sermawez de li ser gora “ Xan Elî Motî’î” li gundê Qîcîlî de girtin.

\"17376.jpg\"
Xan Elî Motî’î li sala 1324 de li xweşanîdanik de ku bi amanca piştgirî ji hukûmeta netewiya Azerbaycan hatibû rêxistin, ji aliyê milîtarên hukûmeta Pehlewî de hat kuştin û xebatkarên Azerî, Xan Elî Motî’î wek qaremanik binav dikin.

Bi gotina serekaniyik agadar, biryare 5 kes ji wan 10 xebatkarên Azerî yên hatî girtin, bi danîna barmita 10,000,000 tûmenî bo her 1 ji wan, bên berdan.

Tê gotin, hêzên asayişê, bêrêziyik zor bi pişkdarê rêresma salyada damezrandina hukûmeta milliya Azerbaycan li gundê Qîcîliya Miyanduavê kirine û Hebîb Menafî, yekik ji girtiyan dane ber kutan û lêdanê ku li sedem de çend peresûyên vî şikestine.

Hukûmeta xudmuxtra Azerbaycan ku xelkên Azerî bi “ Hukûmeta Millî Azerbaycan” binav dikin, salên 1324-1325 de li herêma Azerbaycana Îranê de ku binka vê jî Tewrêz bû, bi rêberiya Ceifer Pîşêwerî hate damezrandin.