10 roj bi ser gireva derman û birçîbûna welatiyeka Kurd re derbas dibe

18:56 - 5 Gulan 2022

“So`ida Xedîrzade”, welatiya binçavkirî ya ducanî ya xelka bajarê Pîranşehrê ku ji roja Sêşemî 6`ê Banemerê ve li benda jinan a girtîgeha bajarê Urmiyê de dest avêtiye gireva derman û birçîbûnê, niha jî dest ji gireva dermanî û birçîbûnê ber nedaye.

Yek ji hevbendiyên wê welatiya Kurd bi “Kurdpa”yê re ragihandiye: “So`ida Xedîrzade piştî destavêtin bi gireva derman û birçîbûnê, berpirsê girtîgehê ew gazî kiribû û gef li navbirî xwaribû ku dawî bi gireva xwe ya dermanî û birçîbûnê bîne.”

Wê çavkaniya agehdar got: “Berpirsên girtîgehê derheq rewşa wê jina ducanî kêtirxem in û amade nînin ku xwastên wê welatiyê cî bi cî bikin.”

Herwisa wê çavkaniyê got: “Mangirtina wê jina Kurd nigeraniya malbata wê li pey xwe aniye û di heyama du rojên derbasbûyî de So`ida Xedîrzade ti peywendiyekî telefonî digel malbata xwe çine bûye.”

“So`ida Xedîrzade” bi nîşaneya nerizayetî û nexuyahiya qedera wê li girtîgehê, ji roja Sêşemî 6`ê Banemerê ve dest avêtiye gireva dermanî û birçîbûnê.

Roja Duşemî 10`ê Banemerê, berpirsê girtîgeha bajarê Urmiyê digel wê welatiya girevgirtî hevdîtin kiribû û ji navbirî xwastibû ku dawî bi gireva xwe bîne, lê navbirî daxwaza berpirsê girtîgehê red kiribû.

Roja Şemî 10`ê Banemerê, yek ji xizmên “So`ida Xedîrzade” bi “Kurdpa”yê re ragihand: “Heta niha navendên ewlehî û nizamî digel azadiya demkî ya bi awayê danîna barimteyê ya “So`ida Xedîrzade” dijayetî kirine û hêzên ewlehî navbirî bi dîl girtine.

Berê, ew welatiya di du nemeyan de, ji dadsitanê Pîranşehrê daxwaza azadkirna demkî bi danîna barimteyê kiribû, lê dadsitan û lêpirsê dosiyeya wê jinê digel wê daxwazê dijayetî kiribûn.

“So`ida Xedîrzade” di wê daxwazê de ragihandibû ku niha li rewşek nebaş a girtîgehê de ye û bi sedema ducanbûn, givaşaxwînê, jana gurçîle û dîska piştê û nexweşiya hinavê, man li girtîgehê de jiyana wê xistiye metirsiyê.

Roja Duşemî 17`ê Xezelwera sala 1400`an a Rojî, “So`ida Xedîrzade” ji girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

“So`ida Xedîrzade” di heyama binçavkirinê de ji “çavpêkevtin digel malbata xwe” û “destpiraghîştin bi parêzer” hatibû bêparkirin.

Roja Pênşemî 22`ê Rezbera sala 1400`an a Rojî, hêzên ewlehî yên hikûmetê ew welatiya bi bê hebûna ti belgeyek yasayî binçav kiribû.

“So`ida” Xîzandar û xwediyê 2 zarokan e.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser navbirî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nine.