10 çalakvanên sinfî yên mamosteyên Seqizê dest havêtin gireva birçîbûnê

18:28 - 20 Hezîran 2022

Roja Yekşemî 29`ê Cozerdanê, “Xalid Ebdulahî, Silêman Ebdî, Ehmed Qadirî, Amanc Emînî, Zahid Muradî, Îsmaîl Reyhanî, Hisam Xakpûr, Tahir Hamidî, Muhsin Şikuhî û Hesen Rehîmiyan” endamên Encûmena Sinfî yên Mamosteyên Kurdistan- Seqizê, bi nîşandana nerazîbûna xwe li derheq demdirêjkirina heyama binçavkirina neyasayî û pêranegihîştin bi daxwaziyên ferhengiyan, li girtîgeha bajarê “Seqiz”ê dest havêtine bi girevê.

Roja Yekşemî 29`ê Cozerdanê, Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan- Seqizê, bi belavkirina daxuyaniyekê tevî şermezarkirina binçavkirina bikom û berfireh a mamosteyan, daxwaza azadkirina bê meric a wan kirin.

Ew 10 çalakvanên sinfî li rojên 25, 26 û 27`ê Cozerdanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin.