Welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê bo girtîgeha bajarê Nexedê hate veguhastin
Roja Yekşemî 2`ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Nadir Feyazîfer” kurê “Muhemed” xelkê gundê “Melaîsa” a ser bi navçeya “Deştrebêl” a girêdayê bajarê Şinoyê, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Nexedê hate veguhastin.









