Welatiyekî Kurd di girtîgehê de çarenivîsa wî nexuya ye
Welatiyekî Kurd yê bi navê “Rehman Rehîmpûr” xelkê bajarê Seqizê, di girtîgeha hêzên ewlehî de ye û qedera wî nexuya ye.
Welatiyekî Kurd yê bi navê “Rehman Rehîmpûr” xelkê bajarê Seqizê, di girtîgeha hêzên ewlehî de ye û qedera wî nexuya ye.
Roja duşemî 10`ê Xakelêwe, kolberekî Kurd yê bi navê “Sêvdîn Kelaşî” yê 35 salî û kurê Bihadîn û xelkê gundê “Gîweran” a ser bi devera Kotol a girêdayê bajarê Xoyê, li ser sînorê wî bajarî rastî gullereşandina rasterast a hêzên Artêşa…
Roja Înê 7`ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mehdî Îbrahîmzade” kurê “Îbrahîm”, temen 37 sal û xelkê bajarê Serdeştê, li bajarê Şîraz a ser bi parêzgeha Fars, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Çend roj berya niha welatiyekî Kurd yê bi navê “Hesîm Mîrzayî” xelkê bajarê Ciwanroyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Roja Çarşemî, 18ê Tebaxê, mamostayê Kurd yê Sunnî mezheb, Mamosta “Hesen Cengxa”, xelkê devera “Mirgewer” a girêdayê bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Roja Yekşemî 2`ê Xermananê, hêzên Sipaha Pasdaran teqe ji welatiyekî xelkê başûrê Kurdistanê yê bi navê “Yusif Mihemed Ebdulahreş” kirine û di encamê de ew welatiyê Kurd hate kuştin.
Di heyama çend rojên derbas bûyî de, hêzên ewlehî çar welatiyên Kurd yên bi navên “Xosro Cîhanara, Akam Hesenzade, Serdar Mela û Rehman Qadirî” xelkê bajarê Serdeştê, binçavkirine.
Roja Duşemî 3`ê Xermananê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Ferzad Muradî û Newşîrvan Rezayî” xelkê gundê “Helîzava” a ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Biryara binçavkirina welatiyekî Kurd yê bi navê “Seîd Ehmed Sedrî” kurê “Seîd Mistefa”xelkê bajarê Pesvê a girêdayê Pîranşehrê, carekî din bo heyama 20 rojan hate dirêjkirin.
Roja Duşemî 3`ê Xermananê, kolberekî Kurd yê bi navê “Cefer Remezanî” kurê “Mihemed”, temen 50 sal û xelkê Selas a Bavecanî, li ser sînorê Newsûdê bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin.