Kurdistanî bi siloganan pêşwazî ji helmeta jîngehparêzî dikin
Zêdeyî 10 Encûmenên parastina Xweza û Ekolojî li Rojhilatê Kurdistanê, ligel şêniyên gundên derdora du parêzgehên Sine û Kirmaşan, ew dever heya kanî Bil ji ziblan paqij kirin.
Zêdeyî 10 Encûmenên parastina Xweza û Ekolojî li Rojhilatê Kurdistanê, ligel şêniyên gundên derdora du parêzgehên Sine û Kirmaşan, ew dever heya kanî Bil ji ziblan paqij kirin.
Zanîngeha Kurdistan a bajarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê, mîwandariya semînara Hewraman, Mirov, Surişt û Jiyan pejirand. Di wê mîwandariya zanîngehê de, behsa çand, berhem û Hewramannasiyê hat kirin.
Hejmarek ji mamostayên ku destpêka şoreşa gelên Îranê li ser kar hatibûn derxstin, hemper parêzgeha Sineya Rojhilatê Kurdistanê meşek nerazîbûnê lidar xistin.
Hemwelatiyekî Kurd yê rûniştiyê Elmaniya, dê pêşangeheke wêneyan bo nîşandana jiyana civakî ya Kurdan li wî welatî birê ve bibe.
Pirtûka Serdestiya jinan di folklora Kurdî de, bi devoka kurmancî ya jorîn, ji aliyê wergêr û nivîskarekî Kurd li Makû ya rojhilatê Kurdistanê ve, bi zimanê farsî hat wergerand in.
Bi beşdariya Sîmîn Çayçî- Helbestvana navdar ya Kurd li rojhilatê Kurdistanê, şevbêrkek helbestan li zanîngeha “Gûte” ya bajarê Frankfurta Almanyayê hat lidarxist in.
Xwendekarekî Kurd yê şareza di warê ÎT de, ferhengek Kurdî pêkhatî ji 6 hezar peyvan, bi awayekê elekteronîkî durist kir.
Li rojhilatê Kurdistanê werzişkarekî kurd karî rekora spora bastanî ya kişandina kevan a dişibihe kevanjeniyê bişkîne û pileya yekem a wê beşa werzişî qazanc bike.
Li roja cîhanî ya parastina xweza û suriştê, çalakvanên hezkiriyên xweza û ekolojî li rojhilatê Kurdistan, di çarçoveya paqij xwedî kirin û xweşik kirina şînahiya Kurdistanê de, çalakî li dar xistin.
Peymangeha Maf û Zanistên Siyasî ya ser bi zanîngeha Elamê Tebatebayî a Tehrana Paytext, mêvandariya hejmarek hiqûqnas û parêzerên Kurd kir û aliyên yasayî yên bûyerên dibistana Şînavê nîqaş kirin.