Serokê Berê Yê Enîstîtûya Kurd Li Tehranê Li Jêr Zextên Navendên Ewlekarî De Ye
Nivîskarekî Kurd û serokê berê yê Enîstîtûya Kurd li Tehranê bi navê Elî Belxkanlo, xelkê bajarê Mako û akinciyê bajarê Tehranê bi sedema nivîsînên xwe li jêr zext û givaşên navendên ewlekarî û dadwerî ên Komara Îslamî ya Îranê de ye.



