Bokan; Mamoste Hesen Fethî Xizirlekî dîsa hat binçavkirin
Roja Şemî 27’ê Xezelwerê dubare mamosta Hesen Fethî Xizirlekî pêşnimêjê înê yê gundê “Qazliyan” a Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Roja Şemî 27’ê Xezelwerê dubare mamosta Hesen Fethî Xizirlekî pêşnimêjê înê yê gundê “Qazliyan” a Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Roja Şemî 27’ê Xezelwerê, Hacer Seîdî, çalakvana kedkarî ya xelkê Sine, ji bo derbazkirina cazayê salekê bo navenda çaksaziya vî bajarî hate şandin.
Di rojên derbasbûyî de cezayê binçavkirina demkî yê çalakvanê medenî û berpirsê tîma futbolê ya Seqizê, Şêrko Hicazî ku li girtîgeha Îtlaata Sine de ye, mehek din hat dirêjkirin.
Keyvan Zendkerîmî welatiyê bajarê Sine ji aliyê taya yekem ya dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi 5 sal heps hat cezakirin.
Roja Pêncşemî 25’ê Xezelwerê, girtiyê siyasî yê Kurd ê bajarê Bokanê Mesûd Darsenc ji bo 10 rojan ji bo murexesiyê hat şandin.
Xebat Dêhdar, xebat Dêhdar û girtiyê siyasî yê berê, ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve 12 meh cezayê girtîgehê ya tezîrî lê hat birîn.
3 kolberên bi navên “Hemîdriza Hafizî” xelkê Seqizê, “Selah Kerîmî” xelkê Sine û “Diyako Remezanî” xelkê Seqizê di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê li ser sînorê “Hengejale” ya bajarê Bane birîndar bûn.
Êvariya roja Pêncşemî 25`ê Xezelwerê, ciwanekî Kurd bi navê Zaniyar Fetahiyan, temen 23 salî, kurê Xalid xelkê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Êvariya roja Pêncşemî 25ê Xezelwerê, çalakvanê siyasî yê xelkê Bokanê û endamê Komeleya Hiqûqnasên Herêma Kurdistanê Suhrab Rehmetî li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê bo armamca terorê û bi giranî birîndar bûye.
Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, sibeha roja Sêşemî 23`ê Xezelwerê, girtiyê bi navê “Şehbaz Letîfî Sirînî” yê temen 37 salî, li Girtîgeha Navendî ya Kirmaşanê hate bidarvekirin.