Kolberekî ji Selas Bawecanî bi sebeba teqeya hêzên dewletê li ser sînorê Nowsûdê hat kuştin
Êvariya roja Yekşemî 5`ê Sermawezê kolberê bi navê “Yaver Veysî” kurê Elî û Fatemê xelkê gundê “Qilqile” a ser bi Selas Bawecanî ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve bi giranî birîndar bû û canê xwe ji dest da.









