Hesen Ruhanî Dibe Serokê Nû yê Îranê
Kandîdê nermrê yê Îranî Hesen Ruhanî piranîya dengên hilbijartina serokatî ya Îranê bidest xist.
Kandîdê nermrê yê Îranî Hesen Ruhanî piranîya dengên hilbijartina serokatî ya Îranê bidest xist.
Pêncemîn Kongirya navdewletî li dijî cizayê sêdaredanê, bi pişikdariya Ehemd Şehîd, Komeleya Mafê mirovan ya Kurdistana Îranê-Jênêv û çendîn kesayetî yên ku xelata Nobêlê wergirtine li Madirîda pêtextê welatê Îspaniya birêve çû.
Welatiyek xelkê bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên Îttlatî yê n Dewleta Îranê hate girtin û piştî 3’ê rojan hate azad kirin.
Hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê li herêma Selmasê 300 ser ji pez û malatê welatiyek Kurd zewt kirin.
Ciwanek 17 salî yê Kurd li Îlamê seva kevtina naw ava Rûbar de canê xwe ji dest da.
Zarokek 3’ê salî li herêma Tergewer ya Urmiyê kevtiye nawa ava “bîra” xwendingeha gund û canê xwe ji dest da.
Google radigihîne ku berî hilbijartrinên seroktîyê li Îranê, bi awayekî zêdebûyî hewlên êrîşên înternetî li dijî wê têne kirin.
Leşkerekî Kurd yê xelkê herêma Kamyaranê li Padgana Artêşê ya bajarê Nexedê hate kuştin.
Şeva bihûrî seva teqînekê li kolana 17’ê “Şehrîwerê” li bajarê Miyanduavê ziyana madlî û canî bi welatiyan gihîşt.
Keçeka temen 20 salî li bajarê Merîwanê seba pirsgirêkên malbatî agir berda bedena xwe û dawî bi jiyana xwe anî.