Piratîka Rohanî li warê azadiya derbirînê de hat şermezar kirin
Rewşa xirab ya nûçegihan û rojnamevanan bi taybetî Mihemedsidîq Kebûdvend , di dewleta ‘’Tedbîr û Hêvî’’ya Hesen Rohanî de her wekî xwe ye.
Rewşa xirab ya nûçegihan û rojnamevanan bi taybetî Mihemedsidîq Kebûdvend , di dewleta ‘’Tedbîr û Hêvî’’ya Hesen Rohanî de her wekî xwe ye.
Yek ji kedkarên bajarê Urmiyê di encama hiloşîna awahiyan de jiyana xwe ji dest da.
Polîsê parêzgeha Farsê di daxûyaniyekî de ragehand ku, birêketina karvanê tirumbêlan digel bûk û zavayan di kolanan de qedexe ye, û hevdem gerek hemû rêûresmek bûk veguhaztinê berî demjimêr 12’ê şevê bidawî were.
Hevdem digel bas û nîqaşa di navbera rêkxistinên kedkarî û dewleta Rûhanî de, liser gelaleya çaksaziya yasayê kar di Îranê de, çalakên kedkarî di Îranê de eşkere dikin ku 90%’ê kedkarên Îranê, xwedî ewlehiya kar ninin.
Berpirsê peywendiyên giştî’yê nawenda rêveberiya hewarhatina Pizişkî ya parêzgeha Kirmaşanê, ragehand ku, Ji ber herfîna dîwarekî, hemwelatiyekî jiyana xwe ji dest da.
Li Gundê Kaşter a ser bi bajarê Kamyaran şewatek hate çêkirin ku, serbarê şewitîna xwezaya xweşik ya deverê, bi dehat bine darên xwedî temenên dûr û dijêj ên sed salî, di nava agir de şewîtîn.
‘’Nadiye Murad’’keça kurd ya Êzîdî ya rizgarbûyî ji destê Daiş’ê ku çîroka jiyana wê cîhan heyrîmayî kir, li awahiya NY li bajarê Niyo Yorkê û bi amadebûna ‘’Ban Kî Mon’’ weke balyoza niyetpakiyê ya NY hat destnîşan kirin.
Ji ber herifîna beşek ji tonela metroya Tehranê, 4 karkerên ku li wir mijûlê kar bûn, jiyana xwe ji dest dan.
40 hektar ji daristan û çêrîngehên Zagrosê li devera ‘’Tengeqîr’’ a bajarê Çerdawil ya ser bi parêzgeha Îlamê bi sedema agir bûye rejû.
Teqeya hêzên Întzamî yên Hikûmeta Îslamî a Îranê ji kolberên Kurd li sînorên bajarê Urmiyê de, 3’ê kuştî û birîndar bi dû xwe re anî.