Zincîre hevpeyvînên bi rewşenbîr û sîyasetmedarên Êzidiyan re

16:09 - 19 Tebax 2012
Dr. Eskerê Boyîk, bi zelalî li ser pirsgirêk û pêşhatên civak û ola Êzidîyan diaxive.

Eskerê Boyîk li maleke Kurdên êzdî, sala 1941ê hatîye dinê. Xwendina wî û têza wî e zanistî li ser aboryê ne. Salên dirêj di zanîngeheke zanîstî da wek serokê parê xebitîye. Hê şagirtê mektebê bû wî helbest û kurteçîrok dinivîsîn. Di wan sala da nivîsarên wî rojname, kovar û bi pirtûkên cuda belav bûne.

Dr.Esker bi xwe dibêje, “Çawa tê xuyan, ez ne oldarim, ne jî têolog, ez nivîskarekî Kurd im. Zanebûnê min jî li ser êzdîtîyê wê çarçovê da ne.”

Ji bo vê zincîrê hevpeyvînan ev dîdara li xwarê me digel berêz Dr.Eskerê Boyik sazkir.

Pirs: Mamoste Esker, hinek nivîskar dibêjin ola Êzidiyatiyê yekemîn dîne hin gengeşe û şax jê çoyî, gelo ev ji egera çîye? û ev ola ji bal cenabê te ve çawa tê şîrovekirin?

Eskerê BOYÎK.- Helbet, êzdîtî bawarîke xwedênasîyê ya kevnar e. Lê gelo yekemîn baweriya hebandina Xwedê ye? Ez nikarim bersîva vê pirsê bi erênî bidim. Ji bo bersîva rast ra bingeheke zanistî, lêkolînên têologîyê dûr û dirêj pêwîstin. Mixabin vê gavê tu belge, melûmetî, lêkolînên usa, ku we pirsê mak bikin, destê meda nînin. Bi texmîna min em niha tek karin bêjin: „Êzdîyatî bawarîke kurdistanîye kevnare“.

p/ Berêz Esker, bi dîtina te kî wê pitir bi awakî zanistî di şirovekirina ola Êzidiyan de cî bigire? Oldar, civata mîr yan komel û centerên Êzidiyan?.

Eskerê BOYÎK.- Dîroka Êzdîyan timê dijwer bûye, lê vê gavê dijwertir bûye. Êzdîtî demeke tebyetîye pirr tevlihev dijî. Êzdî cihanê bela dibin. Wek kerî pezê bê şivan ji her çerçovên xweye civakî, olî, netewî dertên. Berê jî Êzdî civakeke bê rêvabirî bûn, lê wek adên biçûk, kom li ser hev bûn, gundên xwe da dijîtin, bi oldar û bawermendên xwe. Bawarî hebû, xof hebû, hebandin hebû, bawar dikirin… Bi rastî hevekî terê da jî bûn, zordestî jî hebû. Lê bi zimanê xwe diaxivîn, tovayî erf-edet, eyd-erfatê xwe derbas dikirin. Ji hev şerm dikirin. Civakê li nav van çarçovên êzdîtîyê ye nedîhar da xwe diparast. Niha rewş teherekî dine: çarçova tune ne, xof-saw betal bûne, ziman tê jibîrkirin, perda şermê çiryaye, bawerî jî nemaye… Payê civakêyî pirrê ne gundîne, ne bajarvan, ne rojhilatîne, ne rojavayî…

Her tişt li ber çavane. Gundîyê berê bajarvanê bajarê here modern e, cil-ber, rabûn-rûniştandin hatine guherandin lê tiştek kême… kême ku him êzdîtiya xwe xweyî derkevin, him jî meşa cihanê ra rêva herin.

Ya here xeter ewe ku payê vê civakêyî pirrê xêncî hinek zanebûnê kilasîk ji ola xwe, baweriya xwe, bi gilîkî tomerî êzdîtîya xwe tiştekî nizanin. Zanebûnên oldaran, ku civaka berê da, bi neçarî hevkî têrê dikir, niha têrê nake.

Di nav temamiya Êzdîyan da (em bêjin mîlyonek) neh-deh alimê vê bawariyê ancax hebin.

Dogmeyên berê li ber meşa dewranê teyax nakin. Malbet ketine gêjgerînga nezanîyê, bêrûmet dibin. Pirsgirêka dê-bavan û lawan, ku di dîrokê, di nava her civakê da tim hebûye di malbatên Êzdiyan da gelekî tûj bûye. Extiyar, mezin dixwezin bi cure berê bijîn, gênc-cûrekî din dimeşin. Ev dijîtî- çareserîke maqûl dixwaze.

Lê rêvabirên maqûl bifikirin, divê dijîtiyê ra çareke maqûl bivînin nînin.

Êzdî ketine devê aşê asîmilasyonê. Wê çawabe? Kes xemê naxwe.

Vira jî bersîva pirsa we. Ew saziyên we navê wan rêz kirine rola xwe nalîzin: hinek di qalkê xweyî kevnar da wek çarsed-pêncsed sal berê dimeşin, bi meşa hespên xweye westyayîyê, diranketî, dixwezin rê nîşanî mêrsêdese bikin. Yên din, payê pirrê bi hespê sîyasetê nizanin berê vê civaka “nexweş” didine ku? Hinek jî bi nave “întagrasyonê” êzdîyan didefînin nav netewên din…

p/ Erê Dr.Esker, komel ,mal û senterên Êzidiyan yên çandî û civakî ji bal te ve çawan tên dîtin gelo di astên pêdivî de ne?.

Eskerê BOYÎK.-Mal û komelên Êzdiyan, helbet, bi gorî xwe kar dikin… Lê karê wan nikare têrê bike. Navbera wan da tu sistem yan hevgirtin, yan jî rêke pêşxistin û parastina civakêye tomerî tune… Hela hinek dijî hevin. Hebûna wan bêrêvabiriyê çêtire… Bi texmîna min, ji bo rêvabiriya Êzdîyan ya civakî, olî, çandî reform û guhestinên bingehîn pêwîstin. Jîyan guhestinan dike.

Eger wa berdewan be, gelek pirînsipên êzdiyatîyê wê bipelişin…

p/ Hinek ji dîroknivîsên kevin zilim li Êzidiyatiyê kirine û neha jî car caran dûbare dibe, her kesê pertukek derbarê ol û civaka Êzidiyan nivîsand gerek ji bal kêve were nirxandin û mihasibe kirin?.

Eskerê BOYÎK.-Êzdîtî zevîke xopan e. Nivîskarî bûye mode. Û îro zane û nezanan cotê xwe girê dane, ketine. Çep-rast dajon, xet dikin.

Helbet demê her tiştî rastke, her tiştê zelalbe. Zevîya gênim û ya bi situryê bêkêr wê hev bêne cudabûn. Genimê bikeve embara, qirşû qalê li ber bayê we de herin.

Bi texmîna min ya sereke ew e, gerekê bi pisporî, zanyarî, rexnegirî nêzîkî çavkaniya bin. Payê çavkanîyayî pirrê bi destê xêrnexwezê êzdîtiye hatine nivîsar. Şik li ser rastiya wan mezin e.

Bi xof û zanebûn gerekê nêzîkî têkstên ayîna ola êzdîtîyê bin, guhertinên bi sere xwe lêkolînarên paşwextîyê ra wê serêşandinê çêkin.

p/ Kurdistana başûr, meskenê resenê kurdên Êzidî, rewşa îro ya Êzidiyên welat ji bal teve çawe tê şirovekirin?

Eskerê BOYÎK.- Her civakek li dîasporê, hêvî û gumanên xweparastinê welatê xwe va girê dide. Çiqas pevgirêdan navbera dîasporê û welêt da xurt bin, ewqas ew civak mehkem û qedîm e, nahêle. Wekî “êzdîxana” Kurdistana Başûr li nav heremê bi xemxurî bê parastin, bi her cûreyî qewlê baş jêra çêbin, qewî û qedîm be, ji bo Êzdîyên cihanê wê bibe çira ronkayê, dermanê heyîtiyê. Girêdaneke xezayî wê çêbe: welat - zîyaret (Lalişa Nûranî) û Êzdiyên devra.

p/ Li van salên dawiyê netewek nû û taybet ji bo Êzidiyan tê çêkirin, gelo bandor û pêşeroja van hewlan çiye?.

Eskerê BOYÎK.- Çiqas jî hinek ji “der” û “hundur” dixwazin ji Êzdîyan ra netewek “din” çêkin, nabe. Ew berê Êzdîyan didine yan netewek, yan bawerîke din, ber bi wan bin defa kê da direqisin. Di bin van fikira da gelek tiştên tarî veşartînê, xwestinên tarî hene. Ew di kara êzdîtiyê û parastina civaka êzdiya da nînin.

p/ Koçberîya xurt û zeriyên Êzidiyên başur berdewame û bi awakî mezin jî, gelo eger û çareserî çine?.

Eskerê BOYÎK.- Kes bi kêfa xwe welatê xwe, mala xwe nahêle. Usane tiştek heye, ku xelk cî û ware kal-bavê xwe dihêle, direve. Eva alîkî rastîyê ye.

Aliyê rastîyêyî din. Jineke Êzdî, çend sal berê ji min ra gilîk got. Ew gotina wê qet ji fikira min dernayê, û çiqas diçe ewqas rastîya wê sere min da cîyê xwe digire. Got “Navê Ewropayê dûrva giran e, lê ji me ra mezelekî wêran e.”

Êzdî gerekê van herd rastiyan bidine ser tetkên mêzînê. Gelo kîjan ji bo pêşiroja wan, ewledê wan başe?

Rêvabiriya Herema Kurdistanê jî gotî bifikire, gelo çima di dema deshilatdariya wan da Kurdên Êzdî ji welatê xwe direvin? Çima Kurdistan bê Kurdên êzdî dibe?

Zû-dereng dîrokê bersîva vê pirsê ji wan bixwaze.

p/ Pêşeroja Êzidiyan ji bal mamosta Eskerê Boyik ve çawa tê dîtin?

Eskerê BOYÎK.- Ku civaka Êzdiyan, rêvabiriya wan ya civakî û rihanî, komele, merkez û malên Êzdîyan wa pasîv, bêxem xwera rehet rûnên û dûrva helê vê civakê mêzekin, gazinên civakê nexwezin bibihîn… nizanim, emirê civaka Êzdîyan ber bi ku bidefîne?

p/ Gotina te ya dawiyê çîye?

Eskerê BOYÎK.- Sipas ji bo hevpeyvînê.

Jêder: Dengêazad