Berdevkê Koma Civakên Kurdistanê: Gefa êrîşkirina ser Qendîlê tenê şerekî tebilîxî ye

22:03 - 7 Hezîran 2018
Ajansa Kurdpa: Berdevkê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bas ji berevanîkirina gerîlayên “PKK”ê ji xwe, li hemberî êrîşa artêşa Turkiyê de kir.

“Serhed Varto” Berdevkê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di gotûbêja digel Nûçegihaniya “Kurdpa”yê de, derheqê êrîşa artêşa Turkiyê bo ser binke û stargehên gerîlayên “PKK” yên di Herêma Kurdistanê de ragehand ku: “Ev heyama du mehan e ku, artêşa Turkiyê êrîşî ser Herêma Kurdistan kiriye, û ev êrîşane di deverên weke “Geliyê Reş” û Girê “Lelîkan” de hatine encamdan, û heyanî niha jî dom heye.

Herwisa navbirî got ku: “Her di yekem roja êrîşa artêşa Turkiyê bo ser Herêma Kurdistanê de heyanî niha jî, ew êrîşane dom hene, û berevanîkirina gerîlayan jî ji xwe li hemberî van êrîşan jî dom heye, û her roj bersiva êrîşên dagîrkarane yên artêşa Turkiyê didin”.

“Berdevkê Koma Civakên Kurdistanê”, îşare bi zirarên giran yên ku artêşa Turkiyê di van êrîşên bo ser gerîlayan de dîtine kiriye, û gotiye ku: “Çalakiyên hêza gerîlayan yên li dijî hêzên artêşa Turkiyê ji riya kanala medyayî ya “Gerîla TV” ve di belavokên “Hêzên Parastina Gel” de ji bo bîrûraya giştî têne belavkirin.

“Serhet Varto” herwisa gotiye ku: “Artêşa Dewleta Turkiyê ji sînorên diyarîkirî yên Herêma Kurdistanê ve êrîşî bo ser stargehên gerîlayan dike, û dixwaze hêzên xwe di cihekî diyarîkirî de jî cihigîr bike.

Berdevkê Koma Civakên Kurdistanê derheqê vê yekê de jî pêdagîrî kir ku: “ Eger dewleta Turkiyê êrîşî ser Qendîlê bike, wê digel bersivên tund yên hêzên gerîlayan berbirû bin”.

Navbirî got ku: “Stratîjiya me di şerê beramber hêzên artêşa Turkiyê de şerê cibheyî nine, û belku em bi awayê berxwedaniya gerîlayî şer digel artêşa Turkiyê dikin”.

Herwiha navbirî daye xuyakirin ku: Bi bilavbûna hêzên artêşa Turkiyê di nav axa Herêma Kurdistanê de, şerê hêzên gerîlayan yên li dijî van hêsantir kiriye û ev dikarin bi hêsanî derbên giran li hêzên artêşa Turkiyê bixin”.

Berdevkê Koma Civakên Kurdistanê di dawiyê de, ji hemû xelkê Kurdistsanê re ragehand ku: “Di bingeh de gefa êrîşa ser Qendîlê li Herêma Kurdistan tenê şerekî teblîxî ye”.