Zimanê Farsî nabe zimanê 8’mîn ê cîhanê

20:34 - 24 Kanûna pêşîn 2015
Kurdpa: Pêşnyara Komara Îslamî bona pejirandina zimanê Farsî weke 8’mîn zimanê nawnetewî li cîhanê, ji aliyê rêkxistina zanistî, çandî û terbiyetî naskirî bi “UNSCO” ve hate retkirin.

Heyamek berî niha birêveberê giştî yê UNSCO’yê “Îrîna Bokûwa” serdana Komara Îslamî kir û di dema serdana wî de, “Seyîd Mihemedriza Derbendî” cîgirê karûbarê navnetewî yê binyata “Se’dî” ve, pêşniyara pejirandina zimanê Farsî weke 8’mîn zimanê navnetewî li cîhanê, bi navbirî hate kirin.

Seyîd Mihemedriza Derbendî ragehandibû ku hewce ye şert û mercên binavnetewîkirina ziman bên guhertin, û hevdem pêşniyara vê yekê kiribû ku, dîrok û şaristaniyeta zimanî, rêjeya wergêrana berhemên navdarên wan zimanan û rêjeya bikarberên ziman, bona pejirandina zimanek navnetewî gerek bên berçavgirtin.

Serbarê vê ku birêveberê UNSCO’yê di dema serdana xwe de ragehandibû ku, wê bidûreçûnê bo vê mijarê bikim, lê niha balyozê Îranê hatiye gazîkirin û pêre ragehandine ku, pêşniyara Komara Îslamî ji aliyê UNSCO ve hatiye redkirin.

Heyan niha7 zimanên Îngilîsî, Ferensî, Almanî, Îspanî, Çînî,Turkî û Erebî ji aliyê UNSCo’yê ve weke 7 zimanên navnetewî ên cîhanê hatine nasîn.