Zext û giwaşa Şarewaniya Kirmanşanê bo ser destfiroşên wî bajarî dom dike

13:35 - 20 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Şarewaniya bajarê Kirmanşanê êrişî ser destfiroşên bajarê Kirmanşanê kirin û serbarî dest girtin bi ser kelû pelên wan, ew ciza kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi nûçegihaniya kurdpa, hêzên Şarewaniya bajarê Kirmanşanê êrişî ser destfiroşên bajarokê “Îlahe” û meydana “Resalet” kirin û hemû kel û pelên wan bi talan birin.

Şahidekê bi ajansa kurdpa ragehand: Hêzên Şarewaniyê li dema êrişê de bê hurmetî bi dest firoşan kirin û dest bi ser 7 tirombêlên wan de girtin.

Navbirî ragehand li encama wê êrîşê de şer û pevçûn li navbera dest firoşan û hêzên Şarewaniyê çêbû.

Şahidê boyerê got: Li her xwedî tirombêlekê 200 hezar timen û her destfiroşekê 70 heya 300 hezar timen hat sitandin û soz ji wan hat wergirtin ku êdî dest ji wî karî (Destfiroşî) bikêşin.

Îdareya Şarewaniya bajarê Kirmanşanê bi destfiroşan ragehandiye,eger bêt û her kesek karê han careke din encamp bide, cizayek tund bi ser wan de dê bihê sepandin.