Zahir Pesûpîş bi danîna barimteyê hate azadkirin

18:13 - 8 Hezîran 2021

Îro Sêşemî 18`ê Cozerdan, welatiyekî Kurd ê bi navê “Zahir Pesûpîş (Cola)”, xelkê gundê “Çiyane” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye roja Duşemî 17`ê Cozerdanê piştî banghêjkirin bo îdareya Îtila`ata bajarê Pîranşehrê hatibû binçavkirin.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Zahir Pesûpîş” de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

 “Zahir Pesûpîş” (Cola) roja Pêncşemî 19`ê Xakelêwe, piştî bidawîhatina heyama girtîgeha xwe ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû azadkirin.

Roja Sêşemî 19`ê Reşemeya sala 1399`an, “Zahir Pesûpîş” bo cîbicîkirina cezaya xwe, xwe bi girtîgeha bajarê Nexedeyê dabû nasîn û bo wê girtîgehê hatibû veguhastin.

Roja Duşemî 29`ê Befranbara sala 1399`an, dadgeha şoreş a bajarê Pîranşehrê, ew welatiye bi 3 meh girtîgeha te`izîrî bi hejmarekirina rojên berê yên binçavkirina wî, hatibû cezadan.

Dadgehê, ew welatiye bi tohmta “propagende li dijî nizamê li berjevendiya yek ji Partiyên Kurd ên dijberê hikûmeta Îranê”, cezada û bi piştrastkirin bi madeya 500 a yasaya cezayên Îslamî ya pesendkirî li sala 1375`an bexşa te`izîratî û herwisa bi berçavgirtina têbîniya madeya 2 a yasaya kêmkirina cezaya girtiyên te`izîrî ya pesendkiriya sala 1399`an, bi 3 meh girtîgeha te`izîrî kêm kiribû.

Cezaya girtîgeha wî welatiyê, bi (teslîm bi reî) “anku erêkirina ceazê ji aliyê wî ve”, bo 45 roj girtîgeh hatibû kêmkirin.

Roja Çarşemî 19`ê Sermaweza sala 1399`an, ew welatiye bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû azadkirin.

Roja Sêşemî 27`ê Xezelwera sala 1399`an, ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.