Yekitiya Ewrûpa Nîgeraniya Xwe Derheq Jordeçûna Rêjeya Îdaman Li Îranê De Diyar Dike

12:29 - 10 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Yekitiya Ewrûpa derheq jordeçûna rêjeya îdaman li Îranê bi tunndî nîgeraniya xwe diyar kir û daxwaz ji Hikûmeta Îranê kir ku di zûtirîn dem de darvekirina xelkê bide sekinandin.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewrûpa, Katrîn Eştun ragihand: \"Rêjeya îdaman li sala 2011-an de li Îranê jorde çûye û ger wusa berdewam be, Îran dê bikeve rêza herî pêş ya wan welatan ku îdam têde tê rêvebirin.\" Wî herwiha daxwaz ji Îranê kir ku îdamkirina Sekîne Aştiyanî ku bi tawana zîna û kuştina hevjînê xwe bi îdamê hatiye mehkûmkirin, bide sekinandin.

Li gor serjimêriya salane ya Saziya Efûya Navnetewî li sala 2011-an nêzîk bi 600 kesan li Îranê de hatine daliqandin.