Yekîtiya Ewropayê tehrîmên li ser 82 karbidestên Îranî dirêj kirin

20:59 - 12 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Yekîtiya Ewropayê tehrîmên xwe yên seba binpêkirina mafê mirovan di Îranê de, liser 82 kesatî û binyateke Komara îslamî, bo heyamê saleke din dirêj kirin.

Welatê Yekîtiya Ewrûpayê roja Duşemî berwarê 11’ê Nîsanê ragehandin ku, tehrîmên yekîtiya wan, ên li ser 82 berpirsyarên Komara Îslamî û binyateke fermî ya vê hikûmetê, ku bi binpêkirina mafê mirovan tawanbar in, wê bo saleke din berdewam di cihê xwe de bimînin.

Ev tehrîm karbidestên weke Sadiq Larîcanî serokê dezgeha dadwerî, Xulamhusên Muhsêniyê Êjêyî cîgirê yekem yê Dezgeha Dadwerî, Hesen Fîrûzabadî serokê Nawenda Hêzên Çekdar, Mihemed Elî Ce’ferî fermandarê Spaha Pasdaran, Elî Se’îdî Nûnerê Weliyê Feqîh di Spahê de, Husên Ta’ib serokê saziya Îtila’ata Spaha Pasdaran, Mihemedriza Neqdî fermandarê Besîc, û herweha Se’îd Murtezewî, beşek ji wan kesan in, ku di rîzbenda tehrîmên Yekîtiya Ewropayê de ne.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, seba tehrîmên han, darayiyên tewahiya wan 82 kesan di welatên endam di Yekîtiya Ewrûpayê de, wê dest bi ser de bê girtin, û herweh qedexebûna seferkirina wan bo 28 welatên Yekîtiya Ewropayê, wê her di cihê xwe de berdewam be.

Yekîtiya Ewropayê ragehand ku ew karbidestên Komara Îslamî sedemên sereke yên binpêkirina mafê mirov di Îranê de ne.

Ev tehrîm di demekê de ne ku, biryar e roja 16’ê Nîsanê, di pêxema bêtirkirina têkiliyên di navbera xwe de, bi taybetî piştî “Bercam”ê, şandeke paye bilind ya Yekîtiya Ewropayê tevî “Fidrîka Mogrînî” berpirsê siyasetên derve yên vê yekîtiyê serdana Komara Îslamî bikin.