Yek milyon xwendekarên zanîngehê bêkar in

21:07 - 7 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Serokê nawenda serjimêriyan a Îranê, rêjeya bêkariya xwendekarên ku dersa xwe bidawî anîne, ji sedî 18.5 ragehandin, û got: “Nêzî yek milyon kes ji xwendekarên serveyî “foqê dîplom”ê bêkar in.

Li gora rapora nûçegihaniya Tesnîm Adilazer di gotûbêja xwe ya televîzyonî de, tevî îşarekirina bi nawenda amarê, rêjeya bêkariyê bo sala borî ji sedî 11 ragehand, lê zêde kir ku: “Nêzî 882 hezar kes bi komeleya çalakên aborî a me ve zêde bûne, ku ji vê hejmarê 688 kes xwedîkar in, û 214 hezar kes jî bi kesên bêkar ve zêde bûne, bi vê sedemê rêjeya bêkariyê ji sedî 10.6 ve gihîştiye ji sedî 11.

Navbirî tevî pêdagirîkirina li ser vê ku nawenda amara Îranê standardên navneteweyî berçav digre, got ku: “Bingeha belavkirina rêjeya bêkariyê, yek demjimêr kar, yan jî 8 demjimêr kar e, ku ew amara niha ya bêkariyê li ser vê bingehê hatiye ragehandin.

Navbirî herwisa ragehand ku ew amar rêjeya bêkariyê di nav bêkarên temen 15-64 saliyê de, bi xwe ve digire, lê xelk zêdetir giringiyê didin bêkariya ciwanan.