“Yaraneya nexdî” jî bi dawî hat

20:19 - 30 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Rojnameya “Cewan” di hejmara xwe ya îro de, nûçeyek li jêr navê “Dewlet di sala 1395’ê de êdî yaraneyê nade xelkê” belav kir.

Li gora vê nûçeyê ku ji zarê cihgirê birêveberê giştî ê pîşeyên pitroşîmiyê yê rejîam Îranê ve hatiye belavkirin, di sala bê de, dewletê şiyana dana yaraneya nexdî tunîne.

Mihemed Hesen pêywendî, di rêûresma 51. salvegera avakirina kompaniyaya neteweyî ya pîşeyên pitroşîmiyê, ragehandiye ku bi sedema lîstina (yarîkirina) bi nirxa petrol xav, dahatên newtî ew qas kêm bûne, ku dewlet nikare di sala bê de, yaraneya nexdî bide xelkê.

Ew nûçeya di demekê de tê belavkirin ku rawêjkarê Wezîrê Neftê, Mensûr Moezemî li derveyî dehemîn civîna Konseya navneteweyî ya Yekîtiya derfiroşkarên (hinardekarên) neft û gazê de ragehnadin: “Nirxa her bermîleke neftêdi piroje yasaya budceya sala bê de, 35 Dolar berçav hatiye girtin, ku bi vê pêkê dahata giştî di sala bê de, dibe 22 milyard Dolar be, lê eva di demekê de ye ku di çend rojên borî de nirxa nefta xav, gihaye kêmtirîn asta xwe û bi 29 Dolarî hate firotin.