Xwendekareke din a karesata Şînawê canê xwe ji dest da

13:19 - 29 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Keçeke din a xwendingeha gundê Şînawê seba birînan, cane xwe ji dest da.

Li gor rapora Ajansa Kurdpa,ê’ sibêdeya Roja Înê, berwar 8ê Befranbar, “Sarya Resûl Zade” xwendekarê pola 4 a destpêkî a gundê Şînawê ya ser bi bajarê Pîranşehrê,seba birînan û her wusa hebûna pirsgirêka nefes kêşanê li bajarê Tewrêzê canê xwe ji dest da.

Sarya a temen 10 salî li gel 36 xwendekrên din roja 15 Sermawezê seba teqîna Sûbeya kelasa xwendingehê tûşî şewatê bûn û her seba wan birînan şandine nexweşxaneyên bajarên Urmîye û Tewrêzê.

Sarya duyemîn xwendekre ku seba kûrîya birînan canê xwe ji dest dide.berê jî di berwar 19ê Sermawezê keçeke din a xwendekar bi navê “Seyran Yêgane”canê xwe ji dest dabû.
12 xwendekarên din ê keç ku di bûyera agir berbûna xwendingeha gundê Şînawê de şewitî bûn, niha di nexweşxaneyên bajarên Tewrêz, Êsfehan, Meşhed û Tehran ê tên çareser kirin.

5 kes ji wan xwendekran ku zêdetir ji %40 ji cesteyê wan hatiye şewitîn û di bin çavedêrîya pizişkî dene.