Xebatkarik xwendekariyê Kurd ji zanîngeha Ormî, hate derxistin

13:49 - 13 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: xebatkarik xwenedekariyê yê Kurd bi biryara parstin(Hiraset)a zankoya Ilmî-Karbordî yê şarê Ormî, ji xwendinêhat bêpar kirin.

Mecîd Tîbaş çalakê xwendekariyê bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand: sala boriya xwendinê li demik ku li zanîngehê de min kombûn hebû, bi hegera hebûna Alaya Kurdistan li ser background ya leptaba min ku ser projektor dihate shanî dan, ji aliyê berpirsên hiraset(parastin)a zanîngehê laptopa min hat zewt kirinê û paşî jî şikandin.

\"15987.jpg\"
Mecîd Tîbaş çalakê xwendekariyê şarê Ormî
Ew xendekarê têrma 5a karnasiya bilinda zanîngeha Ilmî-Karbordî ewajî got, bi dû serdan kirin bi hiraseta zanîngehê, berpirsê zanîngehê xêncî hindê ku nasnama min ber çavê min xiste naw avê û bêrêzî bi min kir, ez agadar kirin ku 1 sal ji xwedninê hatî bêpar kirin û gere zanîngehê bi cî bêhlî.

Mecîd ew ji got , li demik ku bi amanca nav nivîsînê min serdana zanîngehê kir, berpirsê parastina zanîngehê bi min ragihand ku em xwendekarê “ Siyasî “ wernagirin û sîstem pêwîstî bi xwendekarê mina te çinine.
Ev xebatkarê xwendekariya zanîngeha Ilmî-karbordî basa hindê jî kir, bi dû hindê ku hiraseta zanîngehê ev riftar tev min kirin, bangî dezgeha ewlehiyê bûm û midê 3 rojan ji aliyê ajanên wê dezgehê ketim ber pirsiyaran.

\"15986.jpg\"
Navbirî eşkere kir , 17ê heyva Xezelwerê li dadgeha inqilaba şarê Ormî yê bêm dadgehî kirin û renge tûşî girtinê bibim.

Tîbaş got jî, mide çend heyve ku hêzên asayişa şarê Ormiyê bi mainên curbicur tên mala me û hemû odan diwekolin.

Bêpar kirina vî xwendekarê zanîngeha Ormiyê li rewşik deye ku, çend roj pêş niha “ Ceifer Tofîqî” berpirsê “ wizareta Olûm” ser bi wegerandina xwendekarê bêpar kirî ji xwendinê bi sedemên siyasî ragihadibû, “ cida ji hindê ku çi nav û netoreyiyik li ser xwendekaran de danî bin, gişt hewlên xwe didin bo hindê ku çi kesik bi hegerên hebûna awirên siyasî û xebatên xwendakariyê , ji xwendin neyê bêpar kirin”.