Wilatiyek Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî ên dewleta Îranê hat girtin

14:19 - 16 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hêzên ewlekarî ên Komara Îslamî a Îranê li bajarê Riwanserê wilatiyek xelkê Kirmaşanê detsbiser kirin.

Li gor nûçeya gihiştî bi Ajansa Kurdpa: roja Sêşem, berwar 26’ê meha Befranbara sala 1391’a rojî, hêzên Îttlatî ên dewleta Îranê li bajarê Riwanserê wilatiyek Kurd ê bi navê “Aram Behramî” temen 25’ sal ,Kurê Mihemed Emîn û akinciyê bajarê Kirmaşanê girtin.

çavkaniyek haydar bi Ajansa Kurdpa,ê ragehan:heftiya bihûrî hêzên Îttlatî êrişî ser mala Aram Behramî kiribûn û jibilî geryana mala vî, dest bi ser kitêb û kampîyotêra wî de girti bûn.

heta gihiştina nûçeyê, çi zanîyariyek li ser sedemê girtina çarenivîsa wilatiyê Kurd li ber dest da niye.