Wezîrê Rê û Avahiyan a Îranê bas ji deynê 250 milyard Tûmenî dike

21:04 - 1 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Wezîrê Rê û Avahiyan a Îranê tevî amajekirina bi 250 milyard tûmen ji deynê dewletê dibêje: “Niha riya haydanê bo daxwazkariyê nikare kêşeya “rikûd”ê di Îranê çareser bike.

Li gora rapora Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, Ebas Axûndî li rêpêvîna derbazbûn bo çareseriya kêşeyên aborî li lêdwanekê de got: “Hekî ew riyên ku em radixin berçavan, me dîtineke rast û dirust li ser tunebe, wê me ber bi “Helebî ava”yê ve bibe.

Navbirî di doam axivtinên xwe de got ku niha sîstema bankan digel du kêşeyên “heyiya bijehr, û nebûna kovalîteya baş ya sermaye” berbirû ne, û ew yek di demekê de ye ku bank tûşî sermayeya jehrî bûne, me çavkaniya hewce tuneye bo daxwazkariya guherîna micid ya xwastin û xistina berçavan.

Axûndî dibêje ku kêşeya aborî a Îranê digel sê kêşeyên bingehîn ên wekî kirîza darayî û kêşeya pere li bazaran berbirû ye, û deynên dewletê di navbera 250 heya 300 hezar hektarî de ye.

Ew herwisa dibêje ku budceya îsal nêzî 188 hezar milyard Tûmen bûye, ku deynên dewletê 3.1 ji budceya giştî ya Îranê bûye.