Werzişvanekî Kurd dibe hemû rojan serdana îtila`atê bike

15:28 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Werzişvanekî Kurd yê xelkê bajarê Seqizê, li ser biryara îtila`ata wî bajarê, dibe hemû rojekî serdana îtila`ata wî bajarê bike.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Mîlad Fazilpûr” kurê Mihemed û xelkê gundê “Melqeren” a girêdayî bajarê Seqizê, li ser biryara îtila`ata bajarê Seqizê, dibe hemû rojekî serdana îtila`atê bike û piştî demjimêrek lêkolînkirin, azad dikin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ji Ajansa Nûçegijhaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye, Ew werzişvanî Kurd, piştî azadkirina wî li girtîgehê, dibe hemû rejekî serdana îtila`atê bike û îdareya îtila`ata bajarê Seqizê bi mercekê ew wezişvanê Kurd azadkiriye ku, dibe hemû rojekê serdana Îtila`atê bike.

Herwisa wî çavkaniya agehdar daye zanîn ku, îdareya îtila`atê bo wî werzişvanê Kurd doz vekiriye û piştî mehekemekirinê bi merc hatiye azadkiriy ku dibe di jêr çavdêriya wî navedê de be.

Roja Pêncşemî 16`ê cozerdana 1398`an, dadgeha Şoreşa bajarê Seqizê, cezayê Sê meh heps bi ser werzişvanê Kurd yê bi navê “Mîlad Fazilpûr” kurê Mihemed û xelkê gundê “Melqeren” a girêdayî bajarê Seqizê, sepand.

Ew ciwanî Kurd, bi sedema jixwekirina kincekê di cejna Newroza îsal de, ku bi alaya Kurdistanê hatibû xemilandin, ji aliyê hêzên îtila`ata bajarê Seqizê ve hate desteserkirin û paştir bi awayekî demkî hatibû azadkirin.