Welatiyek Kurd li rêya Merîwan-Sine bi teqeya Hêzên Ewlehî hat kuştin

17:32 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: welatiyek Kurd xelkê Merîwanê li navberî du gundên Şiwîşe û Nigilên Merîwan û Sineyan, bi teqeya Hêzên Ewlehî hat kuştin.

Pêka Nûçeyên gihîştî bi Nûçegihaniya Kurdpa, kesk bi navê Muxta Emînî xelkê gundê Çor a bajarê Merîwanê roja 14’ê pûşperê li navberî du gundên Şiwîşe û Nigilên Merîwan û Sineyan, bi teqeya Hêzên Ewlehî hat kuştin.

Ev welatî di nava Maşêna xwe a Barhider de bûye û heya niha sedema wê teqe jê kirinê ne rohn e.

Zaf caran li Bazneyên Pişkinînên Komara Islamî li Herêmên Kurdistana Rojhilat, dikevine ber destrêja Hêzên Ewlehî û jiyana xwe ji dest didin.

Pêka Amara Tomar kirî li Navenda Amara Kurdpa, li Destpêka sala 1391’an ve heya niha, 14 welatiyên Kurd bi teqeya rasterasta Hêzên Komara Islamiya Îranê li bajar û gundên Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Ev Amara han ji aliyê Nawenda Amara Kurdpa hatiye belav kirin û renge Amara Rstîn li viya zêdetir be.