Welatiyek Bajarê Urmiyê Bi Zîndanê Hat Mehkûmkirin

12:23 - 18 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Welatiyek Kurd yê bajarê Soma li Urmiyê bi navê Kurûş Paşayî ji aliyê dadgea Şoreş ya vî bajarî ve bi 5 sal zîndana Tezîrî mehkûm bû.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Urmiyê, Kurûş Paşayî xelkê devera Soma ya ser bi Urmiyê ji aliyê dadgea Şoreşa vî bajarî bi tawana hevkarîkirin ligel yek ji partiyên dijî hikûmeta Îranê bi 5 sal zîndana Tezîrî hat mehkûmkirin.

Navbirî çend mehan beriya niha bo heyamek demkî li girtîgeha Îdareya Îtillata bajarê Urmiyê hatibû destbiserkirin.