Tometa du girtiyên siyasî yên Kurd hate zelalkirin

19:54 - 11 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Du hepsiyên siyasî yên Kurd ji aliyê taya du ya lêpirsînê ya li bajarê Sine tometa wan hate diyarî kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Dûşemî 15`ê Rêbendanê, du hepsiyên Kurd yên bi navên “ Hûşmend Elîpûr” xelkê bajarê Serdeştê, û “ Mihemed Ustadqadir” xelkê bajarê Segizê, bi amadebûna parêzerê wan yê bi navê “Elî Sakinî” li taya du ya lêpirsînê ya li bajarê Sine, tawana wan hate zelalkirin.

“Hejîr Elîpûr” birayî “Hûşmend Elîpûr, di wê derheqê de li ser rûpela “Facebook”ê ya xwe nivîsiye: “Qerar wisa ye ku wan bo dawîn berevanîkirin ji xwe, derheq tometên ku, li dijî wan du hepsiyên siyasî yên Kurd yên bi navên, “Hûşmend Elîpûr û Mihemed Ustadqadir” hatine diyarîkirin, di heyama çend rojên bê de wê wan bo dadgeha Şoreş a bajarê Sine bibin.

Herwisa roja Sêşemî 4`ê Befranbar, ew du hepsiyên siyasî yên Kurd bo sererastkirina dosya xwe, di dadgeha bajarê Sine de amade bibûn.

Ew du hepsiyên siyasî yên Kurd roja 12`ê Gelawêjê, bi tohmeta endambûna yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibûne desteserkirin û piştî derbazkirina 108 rojan di girtîgehê de, li 28`ê Çileya Paşîn,ew ji girtîgeha îtila`ata bajarê Sine bo qerentîna girtîgeha navendî ya bajarê Seqizê veguhasitbûn.