Taywan %50 kirîna petrolê ji Îranê kêm kir

18:54 - 21 Şibat 2012
Kurdpa: Welatê Taywanê li gor sala borî ji sedî 50 kirîna petrolê ji Îranê kêm kir.


Durpêçên welatên Ewrûpa û Amerîka bandor xistiye ser firotina petrolê ji aliyê Îranê bo welaên din û her di vê pêwendiyê de welatê Taywanê kirîna petrolê ji Îranê kêm kir.
Welatê taywan li sala 2012-am rojane 30247 bermîl petrol ji Îranê dikirî û eva li halekê de ye ku sala 2011-an Taywanê rojane 58 hezar û 756 bermîl petrol ji Îranê jorî welatê xwe dikir.
Ji aliyek din ve hikûmeta Çîn jî %50 kirîna petrolê ji Îranê kêm kiriye.
Çîn %10 ji petrola xwe ji Îranê dabîn dike.