Spaha Pasdaran keysa cezayî bo 170 birêveberên “Modlîng”ê li Înistagramê çê dike

21:24 - 16 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Nawenda Tawanên Organîzekirî ên Saybêrî, ku nawendeke ser bi Spaha Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê ye ragehand ku, binyata wan di pirojeyekê de, keysa cezayî bo bi dehan birêveberên rûpelên “Modlîng”ê li Înistagramê ava kiriye û, di pêşerojê de pirojeya wan, wê rûpelên Têlêgramê jî li xwe bigire.

Nawenda Tawanên Organîzekirî ên Saybêrî ragehand ku, serbarê nasandina 170 kes ji birêveberên rûpelên “Modlîng”ê di Înistagramê de, heya niha “Keysa Dadweriyê” bo 29 kes ji wan hatiye çê kirin û, ji wan 29 kesan jî 8 kes hatine binçavkirin û yên din jî, hatine gazîkirin.

Nawenda Tawanên Organîzekirî ên Saybêrî di daxûyaniyekê de eşkere dike ku, di pirojeya wan de ku bi pirojeya “Enkebûtê 2” hatiye naskirin, birêveberên 57 rûpelên modêlê, birêveberê 51 rûpelên dahênerên kincan (Terahê Lêbas), birêveberê 59 rûpelên wênegir û arayişgeran, û herweha birêveberên rûpela 2 rêkxirawên çalak ên modnasiyê, hatine naskirin.

Nawenda Tawanên Organîzekirî ên Saybêrî herweha zêde dike ku, bona dîtina wan birêveberan, “Emeliyatên Çend qonaxî li derveyî sînorên Îranê” hatine encamdan, lê tu îşareyek bi navê wan welatan nekiriye, ku ew emeliyat tê de hatine encamdan.

Ev pêla zext û givaşa ser bikarberên Înistagramê, piştî gotina Elî Xamineyî derketin holê ku tê de, nîgeraniya xwe derheq bi guherîna şêweya jiyana xelkê, di Îranê de nîşan dabû.