Şor bûna avên bîran li şarê Binaw

19:08 - 5 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: ava pitira bîrên avê li şarê Binaw li sedem zêde bûna persenta(%) xwê li tanişta gola Ormî, şor bûne.

Fermandarê şarê Binw ragihandiye: li hegera zêde bûna persenta(%) şorkatiya avên naw bîrên avê, welatiyên rûniştî li parêzgeha Azerbaycana rojava bi neçarî yê warê xwe bi cî behlin û eva jî tirajêdiyik mirovî bi dû xwe yê hebe.

Li 18ê Sermaweza sala borî de berpirsên rêxirava jînga parêzgeha Azerbaycan bi nûçe gihaniya ÎSNA ragihandibû, niha 40 gundê parêzgeha Azerbaycana rojava li sedem şorkatiya avan û hişk bûna gola Ormî, hatine berdan.

\"15100.jpg\"
“ Seîd Berqî” fermandarê binawê basa hindê jî kir ku, he niha 4,000 bîrên avê bi formen neyasayî li naw şarê Binaw hene ku eva jî hereşe li hişk bûna serekaniyên avên parêzgeha Azerbaycana rojava dike.

Gotinên fermandarê şarê Binaw li demik deye ku pitira karnasan bawirin ku hukûmeta islamiya Îranbi pilanên dariştî û bi amancên ekosistemî û bi taybet golên avê wek gola Ormî û Zirêbara Merîwan li naw dibe.

Gorkî raportên wê axirê, he niha nêzî %80 li ava gola Ormî çik bûye û li paşerojik nêz de, egera çik bûna giştiya vê golê tê çavlê kirin.